Li Wanê 4 gundên din xistin karantînayê

Li Wanê 4 gundên din xistin karantînayê

PeyamaKurd- Li bajarê Wanê 4 gundên bi ser navçe ya İpekyolu yê bi sedema tesbîtkirina Kovid-19 ê xistin bin karantînayê. Gundên ku ketine bin karantînayê Siyavan (Ortanca), Ermanıs (Gövelek), Zeranis (Arıtoprak) û Lim (Karakoç) in. Li gundê Siyavanê ji heman malbatê 4 kes, ji malbateka dinê 2 kes di encama testên kovid-19 ê de testên wan posîtîv derketine.

Li gor ragihandina parêzgeriya bajarê Wanê; tevî ku danîna taziyeyan qedexe bûye jî, li gund taziye hatiye danîn û bo muxtarê gund lêpirsîna îdarî û edlî hatiye vekirin û muxtar ji wezîfê hatiye girtin. Bi sedema gundiyên ku ji gundên din hatine taziyê, bo hatina taziye hatine karantînakirin. Karantîna dê heya 14 rojan dewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin