13 leskerên Ûkraynî nehatine kustin û di destê Rûsan de ne

13 leskerên Ûkraynî nehatine kustin û di destê Rûsan de ne

PeyamaKurd – Di destpêka şerê Rûsya û Ûkraynayê de girava bi navê Zmiinyi ku ji aliyê leşkerên Ûkrayna de dihat parastin û hecma wê 17 hektare, ji aliyê keştiyeka Rûsî de hatibû dorpêçkirin û goya di navbera her dû aliyan de şer derketibû û her 13 leşker hatibûn kuştin.

Lê îro xeberekî encama bûyerê serûbinê hev kir û hat ragihandin ku her 13 leşker di destê artêşa Rûsya de esîrin. Zabitê keştiya Rûsyayê dema bi keştiyê nêzî giravê kiribû gotibu:

“Ev keştiya leşkerî ya şer e. Ji bo xwîn nerije sîlihên xwe berdin û teslîm bibin. Eger hun teslîm nebin em ê we bombebaran bikin.”

Leşkerekî Ûkraynayê jî bersiva zabitê Rûsyayê dabû û gotibû:

“Bicehime û here.”

Serokê Ûkraynayê ragihandinbû ku leşker şer kirine û weka qehremanan mirine. Dê wan bi nîşana qehremaniyê xelat bike. Bûyer di medya dinyayê de weha belav bû.

Rastiya mijarê 4 roj di şûnde hat fêmkirin ku her 13 leşker dijîn û di destê artêşa Rûsya de esîrin. Hêzên deryayê yên Ûkraynayê mijarê weha ragihandin:

“Em gelek kêfxweşin ku birayên me dijîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin