PeyamaKurd – Wezîrê enerjiyê yê Azerbeycanê Perviz Şahbazov û komserê ji enerjiyê berpirs yê Yekîtiya Awrûpayê Kadri Simson, di çarçova diyaloga di asta bilind ya enerjiyê de, li payîtexta Belçikayê li Brukselê hatin cem hev. Di civînê de wezareta enerjiyê ya Azerbeycanê, SOCAR, ajansa dewletê ya enerjiya ku dikare xwe nûh bike ya Azerbeycanê (AREA), rêvebiriya giştî ya komisyona Awrûpayê (DG ENER), Banka veberhênanê ya Awrûpayê, (AYB) û nûnerê banka îmarê û geşepêdanê ya Awrûpayê (EBRD) hebûn.
Di hevdîtinê de cûrekirina gazê, pêşdebirina enerjiya dikare bê nûhkirin, û berhemdana enerjiyê mijarên wan bûn.
Wezîrê enerjiyê Şahbazov ragihand ku bicîhanîna belgeya stratejîk ya navbera Azerbeycanê û YA wê bike ku ji Azerbeycanê ji bo Awrûpa heya sala 2027an 20 milyar m3 gaz here û got:
“Ji bo erza xaza îlawe bêkirin, pêdiviya wê bi rêya amadekirinê heye. Divê korîdora başûr ya xazê bê firehkirin. Ji bo firehkirina proja destpêbike û ji bo proje pêşde here, pêdivî bi veberhênanê û alavên fînansal heye. Di mijarê de desteka hevkarên me yê Awrûpayê girîng e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin