PeyamaKurd - Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê peyameke vîdyoyî belav kir.
Romanowski got: “Girîng e hemû kesên ku li Herêma Kurdistanê mafê wan ê dengdanê heye, beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin.”
Romanowski diyar kir: “Îro roja dengdana Parlamentoya Kurdistanê ye, girîng e hemû kesên ku li Herêma Kurdistanê mafê wan ê dengdanê heye, beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin û dengê xwe bidin bihîstin.”
Romanowski da zanîn: “Dengdan stûna rêveberiya demokratîk ya serketî ye. Em bang li hemû aliyên siyasî û aliyên berpirs dikin, dilniya bidin ku dengdan azad û dadperwerane û bê tundî û tirsandin be.Dengdan îradeya gel nîşan dide.”
Herwiha Romanowski tekez kir: “Amerîka pabend e bi piştgirîkirina ewlehî, aramî û serweriya Iraqê. Herwiha em ê bi hev re kar bikin ji bo pêşdebirina hevbeşiya giştgîr a 360 pile ligel hemû Iraqiyan û di nav de jî gelê Herêma Kurdistanê.”
Serok Barzanî li Pîrmamê dengê xwe da
Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî dengê xwe dan: ‘Serkeftiya vê proseyê Kurdistan e’
Proseya dengdanê ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê birêve diçe
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin