PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon li ser nûçeyên ku dibêjin “Amerîkayê li Minbicê sê baregeh ava kirine” axivî û îddîa kir ku erkên wan hene ku ew li Minbicê baregehan ava bikin û cihê wan biguherînin.
Pahon got ku rast e em hinek baregehên dî jî li Minbicê ava dikin û li ser peyva Trump ya ku digot “Em ê ji Sûriyê vekişin” jî wiha axivî:
“Serok Trump wezîfe daye me ku em IŞÎDê têk bibin. Em wê wezîfê niha pêk tînin. Lê li gorî geşedanan em ê sekna xwe ya li herêmê binirxînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin