PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsya hewl dide hêz û serweriya xwe ya li herêma parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye zêde bike.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadol a Tirkiyê ku dispêre çavkaniyên herêmê, Rûsya li herêma Hesekê ku ev demeke alozî di navbera Asayîşa Rojava û hêzên rejîmê de heye, ketine nav hewldanê ku hêzeke xwecihî ji pêkhateyên deverê ava bike.
Hatiye diyarkirin ku hêzên rûsî ji 25ê Kanûna 2020an ve sewqîyatên xwe yên leşkerî bo Hesekê zêde kirine û heta niha bi qasî hezar leşkerên xwe jî bicih kirine û amadekariyê dike ji pêkhateyên herêmê hêzeke girêdayî rejîma Beşar Esed ava bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin