Rûsyayê 300 leskerên xwe sand Rojavayê Kurdistanê

Rûsyayê 300 leskerên xwe sand Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd –  Artêşa Rûsyayê, 300 leşkerên xwe şand bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê.

Li gor berpirsê navenda çavdêriya Rûsî – Sûrî Dîmîtry Sontsov diyar kir, ew 300 leşkerên Rûsî şandine parêzgeha Hesekê.

Herwiha hat zanîn, ew leşker xalên çavdêriya hêzên Rûsya û rejîma Sûriyê bihêz dikin û roja 17.01.2021ê gihiştine Hesekê.

Berpirsê Rûs destnîşan kir, hêzên Rûsî ji bo li xalên çavdêriyê, aramiyê û ragirtina şer li navçeyê tekûz bikin li deverê ne.

Hêzeke mezin a artêşa Rûsyayê di meha Îlona 2015an de, bi piştevaniya hêzên rejîma Sûriyê ve, li dijî komên çekdar ên opozîsyonê beşdarî şerê navxwe yê Sûriyê dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin