PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav rojekê de hejmara kesên ji koronayê li parêzgeha Silêmaniyê can dane gihîşt 5 kesan.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, 5 nexweşên Koronayê li bajarê Silêmaniyê canê xwe jidest dan. Temenê wan 80, 78, 70, 69 û 48 salî ne. Piştî derbasbûna nexweşxaneyê û mana di bin çavdêriya çir de jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristiyê sersaxî ji malbata wan re xwest û hêvî xwest ku welatî pabendî rêniymayên teduristiyê bibin.
Bi van hejmarên dawî re kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 1709 kesan û hejmara kesên mirine jî gihîşt 35 kesan ku 31 kes ji wan li nav sînorên parêzgeha Silêmaniyê can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin