Hikûmeta Nîjeryayê: 1000 endamên Boko Haramê hatin kustin

Hikûmeta Nîjeryayê: 1000 endamên Boko Haramê hatin kustin

PeyamaKurd -  Li Nijeryaya welatê bakurê Afrîkayê li dijî rêxistina terorê ya Boko Haramê çendîn operasyon hatin lidarxistin û di encama operasyonên hefteyekê de 1000 endamên wê rêxistinê hatin kuştin.

Sererkanê Nîjeryayê Tukur Burata ragihand ku ev meh û nîvekê li dijî Boko Haramê operasyonên cur bi cur tên kirin û di encamê de hezar û 15 endamên rêxistina terorîst hatine kuştin û bi sedan terorîst jî hatine birîndarkirin.

Buratai da zanîn ku 84 terorîst hatine girtin û 150 wesayît û gelek çek û cebilxane hatin bidestxistin. Buratai herwiha da zanîn ku di operasyonanan de 11 leşkeran jî jiyana xwe ji dest daye.

Rêxistina terorê ya Boko Harama ku ji salên 2000î ve çalak e, ji 2009an û heta niha zêdetir ji 20 hezar kesan kuştiye û bûye sedem ku gelek kes birîndar bibin yan jî seqet bimînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin