Rojhilat | Modelên jin ên besdarî vekirina qumasfirosekî bûbûn hatin girtin

Rojhilat | Modelên jin ên besdarî vekirina qumasfirosekî bûbûn hatin girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, 4 modelên jin ên beşdarî vekirina qumaşfiroşekî bûn, bi hinceta bê laçik bûne li ser fermana Dozgeriya Mehabadê hatin desteserkrin.

Malpera Fermî ya Komara Îslamî ya Îranê (IRNA) belav kiriye ku xwediyê dikana qumaşfiroşekî û 4 xanimên modelên wê qumaşfiroşiyê ji aliyê hêzên emnî ve hatine desteserkirn.

Li gorî zanyariyan girtina wan kesan piştî belavbûna dîmenan li ser medya civakî pêk hatiye û ne tenê 4 modelên jin herwiha xwediyê dikanê jî hatiye girtin.

Dozgerê giştî yê Mehabadê biryara desteserkirinê bi hinceta ku dijî yasayan, kultur û komelgeha Komara Îslamî ya Îranê ye ew jin girtine.

Li gor yasayên Komara Îslamî ya Îranê ku yasayên ayînî ne jin û keç bêyî laçik nikarin derkevin derve û binpekirina wê sedema cezayan e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin