PeyamaKurd - Çavkaniyên medya Iraqê radigihînin ku hikûmeta Iraqê hewl dide fermandarên Beasî vegerîne nav artêşa Iraqê.
Malpera Sumeriye Newsê ragihandiye ku hikûmeta Iraqê hewl dide ji bo bihêzkirina şiyana berevaniyê û çend alternatîvên din xebatan bike.
Hat diyarkirin ku yek ji wan alternatîvan vegerandina fermandarên hêzên esmanî û endazyariya leşkerî yên rejîma Beas a Iraqê ye ku ewên peywîra wan eqîd jêrdetire dixwaze vegerîne ser karên wan.
Hêjayî gotinê ye, ev hewldana hikûmeta Iraqê piştî çend êrîşên esmanî yên balefirên şer ên Îsraîlê bi ser binke û depoyên çekan ên milîsên Heşda Şeibî de hat kirin.
Çend heftiyên borî gelek caran binke û baregehên Heşda Şeibî li navçeyên cuda yên Iraqê bûn armanca êrîşan û Îsraîlê bi awayekî ne rasterast li xwe mûkir hatibû ku êrîş ji aliyê wan ve hatine kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin