Kerkûk | 4 kesên din bi nexwesiya Kivarka Res ketin

Kerkûk | 4 kesên din bi nexwesiya Kivarka Res ketin

PeyamaKurd Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Kerkûkê diyar kir, li Kerkûkê 4 kesên din bi nexweşiya Kivarka Reş ketine.

Li gor Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Kerkûkê Nebîl Hemdî bi daxuyaniyekê diyar kir, 4 haletên nexweşiya Kivarka Reş li bajêr hatin tomarkirin, ew kesên pêketî jî temenên wan mezin e, nexweşiya şekir bi wan re hene û parêzvaniya wan kêm e.

Nebîl Hemdî destnîşan kir: “Pêwîst nake em ji vê nexweşiyê bitirsin, ji ber ku weke Koronayê ne pandemîk e. Ew ne nexweşiyeke nû ye û ji sala 1985an ve heye.”

Roja 1ê vê mehê, nûçeya canjidestdana kesekî bi Kivarka Reş li bajarê Silêmaniyê hat belavkirin. Di derbarê wê de, Rêveberê Xweparêziyê li Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Rizgar Elî ew nûçe piştrast kiribû û gotibû: “Ev nexweşî, li cîhanê belav bûye û egera pêketina kesên temenê wan mezin e û berevaniya laşê wan kêm e bi vê nexweşiyê zêde ye.”

Li gor amaran, heta niha li Hindistanê herî kêm 10 hezar kes bi nexweşiya Kivarka Reş ketine û dora 200 kesan jî pê can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin