PeyamaKurd – Derbarê pejirandina yasaya budçeya Federal a Iraqê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do peyamek belav kir û diyar kir: ‘‘Îro bi piraniya dengên fraksiyonên aliyên siyasî yên Kurdistanê, encûmena nûnerên Iraqê yasaya budceya federal a sala 2021ê pejirand. Hêvîdar im ev yasa bibe destpêka derbaskirina rewşa giran a darayî bo Iraq û herêma Kurdistanê.’’
Mesrûr Barzanî spasiya tîma danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber erk û hewldanên wan ên berdewam ku bi mehane li ser kar dikin û hewl û karên xwe bi berdewamî birêve birin. Herwiha spasiya fraksiyonên Kurdistanî yên nav encûmena nûneran kir ji bo hewldanên wan.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamê de diyar kir: ‘‘Ev yasa lihevtêgihiştineke baş û pêwîst bû di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê de. Herçend herêm tişta ku dixwest û daxwaz dikir bidest neanî jî, lê bi awayekî giştî ev yasaya budçeyê li gel bingehên destûrê hevdigre ku em jî li ser vê rijd bûn. Em kêfxweş in bi vê pêşketina bidest hatiye ku maf û erkê her aliyekî hatiye diyar kirin.’’
Barzanî destnîşan kir: ‘‘Hêvîdarim hemû madeyên yasaya budceyê bên bicîhanîn û Hikûmeta Federal, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne. Bicîhanîna temamê yasaya budçeyê dibe sedemê çareseriya pirsgirêk û nakokiyên derbarê mafên darayî yên sala 2004ê ve heta naha, herwiha dibe sedema pêşxistina mekanîzmaya nû ya bi hûrgilî di navbera dîwana çavdêriya darayî ya Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê de. Ev pêngav jî bawerî û hemahengiya zêdetir di navbera her du aliyan de dê ava bike.’’
Barzanî da zanîn: ‘‘Ez ligel Serokwezîrê Hikûmeta Federal birêz Mistefa Kazimî axivîm û min spasiya wî kir bo piştevaniya wî ya li yasaya budçeyê û min daxwaz jê kir ku pêbend be bi rêkeftinê û mafên darayî yên herêmê bişîne. Min diyar kir ku berjewendiya Iraqê û xelkê Iraqê di wê yekê de ye ku pêwendiyên baş li gel Herêma Kurdistanê hebe. Herwiha ligel Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kak Qubad jî min axaft bo ku spasiya wî û tîma Hikûmeta Herêmê bikim ji ber bicîhanîna erkên xwe yên girîng. Derbaskirina yasaya budçe, hêviyeke bo başkirina pêwendiyên navbera Herêmê û Hikûmeta Federal. Herçend hîn lîsteyekî dirêj a pirsgirêkan û nakokiyên hatine cemidandin û nehatine çareserkirin mabe jî.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin