Hejmara kesên bas dibin zêde bû…

Hejmara kesên bas dibin zêde bû…

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê îro 16ê Nîsanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 3 haletên nû yên tûşbûna vîrusa korona li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û hejmara giştî gihîştiye 335 kesan û digel 4 kesên heta niha can dane, 227 kes jî baş bûne.

Rêveberîya Giştî ya Tenduristîya Hewlêrê jî îro ragihandibû ku 17 tûşbûyên vîrusa koronayê li Hewlêrê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Ragihandina Wezareta Tenduristîyê:

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî: 

  • Kerentîn

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (7,695) hevwelatî bûn di 30 cihên cuda de. Niha tenê (1,310) hevwelatî di kerentînan de man e, (507) li Hewlêrê, (56) li Silêmanîyê, (729) li Duhokê û (18) jî li Raperîn. (6,376) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (229) Hevwelatî ne. 

  • Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,302) pişkinîn hatin encamadan. (647) li Hewlêrê, (295) li Silêmanîyê, (308) li Duhokê û (50) jî li Helebce.

Di encam de, (3) haletên nû yên tûşbûnên li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin

  • Parêzgeah Silêmanîyê: (1) erênî ku zelamekê temen 24 sale û rûniştvanê qezaya Derbendîxan e û berkevtîyê tûşbûyên berêye,
  • Parêzgeha Helebce: (2) erênî, ku dû kiçên temen 18 û 14 salî ne û berketîyên tûşbûyeka berê ye ku dayîka wan e 
  • Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (335) kes in, di nav wan de, (4) haletên mirinê hene û (227) nexweş jî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.

 Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

16-4-2020

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin