Fransa: Em li bendê ne Tirkiye gavên berçav bavêje

Fransa: Em li bendê ne Tirkiye gavên berçav bavêje

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, diyar kir ku pêwendiyên di hevpeymaniya NATO de ligel Tirkiyê ber bi nermbûnê ve diçin, lê ew li bendê ne Enqere gavên berbiçav bavêje.

Le Drian got, “Di navbera me de, agirbesteke devkî heye. Ev baş e lê têrê nake. Agirbesta devkî nayê wateya avêtina gavan û em li bendê ne Tirkiye di mijarên hesas de bikeve tevgerê.”

Wezîrê Fransî herwiha diyar kir ku ew dê bibînin bê Serokomar Erdogan sozên ku dane zêde diguherîne yan na.

​Le Drian da zanîn ku Fransa di mijara Libyayê de dilxwaz e bi Tirkiyê re hevkariyê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin