PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 48 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û kesek jî pê miriye.
Li gorî daxuyaniya Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê, Dr. Ciwan Mistefa li navçeyên Rêveberiya Xweser di 24 saetên borî de 48 kes bi vîrusa Koronayê ketine ku 29 zilam û 19 jin in.
Hat ragihandin ku yên ku bi Koronayê ketine 23 kes li Hesekê, 11 li Qamişlo, 3 li Dirbesiyê, 2 li Dêrikê, 2 li Girkê Legê, 1 li Amûdê, 1 li Rimêlanê, 1 li Til Temir, 2 li Kampa Holê, 1 li Reqa û kesek jî li Kobaniyê ye.
Herwiha hat diyarkirin ku ji dohî ve kesekî ji koronayê can daye û 10 nexweş jî baş bûne.
Li gor amarên fermî yên Desteya Tenduristiyê, hejmara kesên ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê bi koronayê ketine bûye Hezar û 839 kes, 69 kesan can daye û û 486 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin