PeyamaKurd – Çend endamên Hevpeymaniya Navdewletî ku li Amerîkayê civiyan, bal kişandin ser ku çareseriya krîza Sûriyê bi rêbazên leşkerî nabe û biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi jimara 2254 destnîşan kirin.
Piştî encamnameya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê wezîrên derve yên welatên Amerîka, Misir, Fransa, Almanya, Urdun, Erebistana Siûdî û Brîtanyayê li Washingtonê daxuyaniyeke hevpar ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêya çareserkirina krîza Sûriyê ne bi rêbazên leşkerî ye û hat diyarkirin, ew dê piştgiriyê bidin hewlên navnetewî yên siyasî di çarçoveya birayar 2254an a NYyê.
Her heft welatan ragihand, “Em bi awayekî bihêz pê bawerin ku dê yên bi rêbazên leşkerî li çareseriyê digerin seqamgeriya herêmê têk bidin, rageşî û xeteriya şer zêde bikin. Ji ber wê jî em bi biryar in ku hewlên pêkanîna çareseriya siyasî di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya jimar 2254 de berdewam bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin