PeyamaKurd - Şaxê Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD li ser tawanên kuştina welatiyên ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve, raporek eşkere kir ku ti kesek ji bersûcan nehatiye cezakirin.
Di rapora ku li Diyarbekirê bi daxuyaniyeke rojnamevanî hat eşkere kirin de, tawanên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve têne kirin hatin bibîrxistin û hat gotin, ji aliyê daraz, dadgeh û dewletê ve têne ew kes têne parastin û loma jî ew tawan bi awayekî bê pergal berdewam dikin.
Endamê Komisyona Hiqûqê yê ÎHDya Diyarbekirê Yakûp Guven got, bi dehan dozên ku bi eşkereyî divê ew tawanbar bi cezayên giran bihatina ceza kirin, heta niha bê ceza hatine hiştin û diyardeyên bûyeran li gor ku ew tawanbar neyên cezakirin, têne reşkirin û guhertin.
Guven diyar kir, ji ber bêcezahiştina tawanbaran tawanbarên nû wêrekîyê distînin tawanên nû dikin.
Herwiha bang hat kirin ku li saziyên hiqûqî darizandin û biryar girtin li gor pîvanên hiqûqî û dadwerî bêne dayîn, da ku mafên bingehîn ê jiyana welatiyan di serî de, maf û azadiyên welatiyan bêne parastin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin