PeyamaKurd – Li Almanyayê di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) de, Partiya Keskan bi wergirtina sedî 22yê dengan bû partiya yekemîn.
Partiya Xirîstiyan Demokratan a Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel (CDU) ji sedî 21.9ê dengan, Partiya Yekîtiya Sosyal (CSU) jî 6%ê dengan wergirt.
Partiyên Yekîtiyê bi tevahî 27.9%ê dengan wergirtin û li PEyê 28 kursî bi dest xistin.
CDUyê jî li gorî hilbijartinên 2014an 8%ê dengên xwe winda kir.
Li gorî encamên destpêkê li Almanyayê rêjeya beşdariya hilbijartinên Parlamena Ewropayê li Almanyayê 59%î ye ku di hilbijartinên 2014an de ew rêje 48%î bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin