PeyamaKurd - Ji ber erdheja Xoy a Rojhilatê Kurdistanê ya bi pileya 5.9an, hat ragihandin ku li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî ziyaneke mezin çêbûye. Herî dawî hat ragihandin ku hejmara kesên di erdhejê de li Wanê can dane gihîştiye 8 kesan û lêgerînên bo rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane jî berdewam dike.
Li gor agahiyên saziya Rêveberiya Karesat û rewşên lezgîn (AFAD)ê îro 23.02.2020ê demjimêr 08:53ê li bajarê Xoy a Rojhilatê Kurdistanê erdhejek pêkhat û erdhejê li Wan û navçeyên wê jî bandor kir. Li navçeya Wanê Elbakê (Başkale) erdhej li gundên Kaşkol, Guvendik, Ozpinar û Gelenlerê bandor û gelek ziyan pêk hatin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku di êrdhejê de 7 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî di bin xirbeyan de mane.
Soylu got, ‘’Ziyanên me yên canî çêbûne. Gelek mal hilweşiyane. Tîmên AFADê gehîştin gundan. Li bin xirbeyan gelek hemwelatiyên me mane. 3 jê zarok 7 hemwelatiyên me jî jiyana xwe ji dest dan.’’
Soylu di daxuyaniya xwe ya dawî de jî hejmara kesên di erdhejê de can dane wekî 8 sererast kir.
Li gor parêzgeriya Wanê jî daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin, ji ber erdheja li Rojhilatê Kurdistanê ya li bajarê Xoy pêk hatiye, li gundên Kaşkol, Guvendik, Ozpinar û Gelenler ên ser bi Elbak a Wanê ziyan pêk hatine û malên ku ji kerpîçan hatine çêkirin hilweşiyane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin