PeyamaKurd- Îranê bangî sefîrê Îswîçreyê yê Tehranê kir bo wezareta karên derve, ji ber ku niha sefîrtiya dewleta Amerîkayê jî sefîrê Îswîçreyê yê Tehranê dike. Banga Îranê li ser arîşeyên ku li Kendava Basrayê de, di navbera Îran û Amerîka de dijîn, bû. Li ser mijara arîşeya navbera her dû dewletan, berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Abbas Mûsawî bo ajansa IRIB ya Îranê weha ragihand:
“Îran wê mafên xwe yên deryayî yên li Kendavê bi temamî biparêze û bersiva tehdîdan bide.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja çarşemê gotibû; eger tacîza keştiyên Amerîkayê yên li Kendavê dewam bike, Trump ferman daye da li keştiyên Îranê bidin.
Fermandarê şoreşa parastvanê Îranê Huseyîn Selamî jî roja pêncşemê bo televîzyona dewletê ya Îranê axifîbû û gotibû ku ewlekariya Îranê ya li Kendavê xwe di bin talûkê de hîs bike, wê keştiyên Amerîkayê yên şer ji holê rake û bo lêdana wan ferman daye.
Îran peyka leşkerî jî roja çarşemê şandibû fezayê û paşî mijar aşkera bû bû.
Hefteya borî 11 hucûmbotên Îranê yên muhafizan, xwe nêzî keştiyên Amerîkayê kiribû û wan aciz kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin