PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji Navenda Raman û Lêkolînên Stratejîk a Misrê re axivî û got ku ew beşeke ji xaka Sûriyê ne û nayên parçekirin, lê hikumeta Şamê ji bo diyalogan ne cidî ye.
Ebdî diyar kir jî ku hîna metirsiya DAIŞê li holê ye, ji ber wê jî hebûna hevpeymaniya navdewletî li herêmê wê bidome.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî li ser danûstandinên wan bi hikumeta Şamê re got, ew beşeke Sûriyê ne û dixwazin diylogên Sûrî-Sûrî pêk bînin, da ku alozî çareser bibe û hemû alî razî bibin.
Ebdî anî ziman ku tevî rola Rûsya ji bo destpêkirina diyalogan jî, Hikumeta Şamê hîna cidî nêzîk nabe teqez kir ku Misir jî dikare bi rola xwe ya aktor li Sûriyê rabe û ewlehî û çareseriyê ji aloziya wê re peyda bike.
Fermadarê Giştî yê HSDê bal kişand ser hevkariya dewleta Tirkiyê bi DAIŞê re û da xuyakirin ku Tirkiye sînorê xwe li ber çekdaran vekiriye û êrîşên xwe li dijî herêmê didomîne.
Ebdî ji bo rê li pêşiya guhertina demografî bê girtin û koçber vegerin herêmên xwe diyar kir, divê gelên Sûrî dagirkeriya dewleta Tirkiyê ji xaka Sûriyê derxînin.
Mezlûm Ebdî herwiha da zanîn, hîna metirsiya DAIŞê li holê ye, ji lewma ji bo hevkariya li dijî wê, hêzên hevpeymaniyê li Sûriyê ne û got, heger aniha hevpeymanî ji herêmê vekişe, wê DAIŞ sûdê ji vê yekê bigire û gefê li cîhanê bixwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin