Şamê nûnerekî ji Qamişlo bo bicihkirina rêkeftina HSDê tayîn kir

Dîroka weşanê :
Şamê nûnerekî ji Qamişlo bo bicihkirina rêkeftina HSDê tayîn kir

PeyamaKurd- Serokê Qonaxa Veguhêz ê Sûriyê Ehmed Şera, ji bo bicihanîna peymana navbera HSD-Şamê nûnerek destnîşan kir.

Rêveberiya Ragihandinê ya Serokatiya Sûriyê ragihand ku Emîd Ziyad El-Ayiş weke nûnerê serokatiyê ji bo bicihkirina rêkeftina 29ê Çileyê ya li gel HSD û pêkanîna entegrasyonê hatiye tayînkirin.

Hate diyarkirin, ev yek, ji bo bihêzkirina hebûna dewletê û hêsankirina astengiyan û çalakirina xizmetguzariyên hikûmî bo welatiyan e.

Ziyad El-Ayiş kî ye?

Ziyad Fewaz El-Ayiş li gundê Ircet El-Cewala yê gundewarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ji Peymangeha Petrolê ya Rimêlanê mezûn bûye û beriya niha hejmarek post di nava Desteya Tehrîr El-Şam de wergirtine. Ayiş, di gulana 2025an de pileya Emîd wergirtiye û weke alîkarê wezîrê navxwe bo karûbarên sivîl hatiye destnîşankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin