Li gor ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA da zanîn: “Îsraîlê ji aliyê Colana Sûriyê ve bi moşekên zemîn-erd li gundewarê Şamê êrîşek pêk anî.”
Hat zanîn, hin nuqteyên li başûrê Şamê kirin armanc û di encamê de 3 kesan can dan û ziyanên madî jî çêbûn.
Herwiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê destnîşan kir, sê efser hatin kuştin û çar kesên ku di berewaniya asimanî de cih digrin jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin