Sanda Hikûmeta Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Dîroka weşanê :
Sanda Hikûmeta Kurdistanê serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd -  Hate ragihandin ku Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe 30yê Cotmehê, ji bo gotûbêjkirina mijara mûçe û budçeyê serdana Bexdayê dike.

Li gorî zanyariyan şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab sibe serdana Bexdayê dike û pirsa mûçe û bûdçeyê bi berpirsên hikûmeta Iraqê re gotûbêj dike.

Hêjayî gotinê ye, hikûmeta Iraqê careke din şandina 700 milyar dînarên mûçeyan ê weke deyn ji Herêma Kurdistanê re bi paş xistiye. Hikûmeta Iraqê berî niha birê 700 hezar dînar wek qerz ji bo çend mehan ji Herêma Kurdistanê re dişand, ew jî heta ku yasaya bûdçeya Iraqê were bicihkirin û pişka Herêma Kurdistanê were xerckirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî doh ragihandibû ku diviyabû heftiya borî 700 milyar dînar bihata şandin û wan dest bi dabeşkirina mûçeyan bikira, lê dîsa şandina pereyan bi derengî ketiye û got, eger rewş wiha berdewam bike, ew nikarin li hember helwesta hikûmeta Iraqê bêdeng bimînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin