PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê 21ê Çileyê şanda Komîteya Asayîş û Berevaniyê û Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê gihîşt Hewlêrê.
Li gorî zanyariyan, şanda Iraqê ya ji Komîteya Asayîş û Berevaniyê û Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê pêk tê, dest bi lêkolînkirina êrîşa Îranê ya ser Hewlêr kiriye.
Şanda Iraqê piştî lêkolînên xwe, wê li ser êrîşa bêbingeh a Supaya Pasdarên Îranê ku 5 sivîl şehîd bûn, raporekê li ser hurgiliyên êrîşê amade bike.
Şanda Iraqê wê li cihê bûyerê hûrgiliyên bûyerê lêkolînê bike û rapora ku amade bike jî pêşkeşî cihên pêwendîdar bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin