PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeka Rûsyayê serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û 49 zarokên malbatên DAIŞê yên hemwelatiyên rûsî wergirtine.
Şandeke ji hikûmeta Rûsyayê ya bi seroketiya komîsera serokê Rûsyaya Federal a mafên zarokan Maria Lvova-Belova li Qamişlo serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir û piştî hevdîtina ligel berpirsên Rojavayê Kurdistanê 49 zarokên DAIŞê yên rûsî wergirt.
Hat diyarkirin ku Rêveberiya Rojava 49 zarokên DAIŞê ku bi xwe rûsî ne li gorî belgeyeke fermî radestî şanda Rûsyayê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin