PeyamaKurd – Şandeke Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ji bo çend hevdîtinan gihîşt Hewlêrê û wê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek rayedarên din ên herêmê re bicive.
Li gor hat zanîn, armanca şandê ew e ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê bibin, bi taybetî rewşa sînorê Şingalê, çimku ewlehiya Herêma Kurdistanê ji bo Ewropayê girîng e.
Hat ragihandin, şanda Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ji 7 parlamenteran pêk hatiye û Nathalie Loiseau serokatiya wê dike.
Şanda Yekîtiya Ewropayê do Sêşemê bi serdanekê gihîştibû Iraqê û li Bexdayê bi rayedarên hikûmeta Iraqê re civiyabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin