PeyamaKurd – Îro careke din şandeya danûstankar a Herêma Kurdistanê, bi Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê re dicive.
Şandeya danûstankar a Herêma Kurdistanê, wê îro careke din bi Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê re bicive û li ser çend mijarên girêdayî budçe û pişka Herêma Kurdistanê, hevdîtinên wan berdewam bikin.
Herwiha, biryar e ev civîna dawî ya şandeya danûstankar be li gel Lijneya Darayî û dibe ku di encamê de bigêhin rêkeftina dawî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin