Saneyeke DAISê li Dêrazorê êrîs bir ser xaleke HSDê

Saneyeke DAISê li Dêrazorê êrîs bir ser xaleke HSDê

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bakurê bajarê Dêrezorê, hejmarek terorîstên DAIŞê êrîşî xaleke pişkinînê ya hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirin û di encamê de şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derket.

Çavkaniyê herêmê diyar kirine ku êrîş roja Yekşemê pêk hatiye û çekdarên şaneyeke DAIŞê li gundê el-Nemliye ser bi bajarokê el-Sûr li bakurê Dêrezorê êrîşî xaleke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirine.

Heman çavkaniyan daye zanîn ku di encama êrîşê de, şer û pevçûn bi çekên navîn di navbera herdu aliyan de derketiye.

Derbarê encamên wê êrîşê de heta niha HSDê daxuyanî nedaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin