PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê, di merasîma ku di çarçoveya yadkirina Şoreşa Îlonê de hate lidarxistin de axivî û got: "Dîrokeke me ya dewlemend heye."
Li parêzgeha Duhokê, bi mebesta yadkirina Şoreşa Îlonê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî bi rê ve çû de şanoya 'Dastana Kurdistanê' hat pêşkêşkirin.
Serok Barzanî di çarçoveya merasîmê de gotarek pêşkêş kir û 'Dastana Kurdistanê' “gelek baş” wesif kir û got, “Ev şano vegêrana dîroka gelê Kurdistanê ya bi awayekî gelek birêkûpêk bû. Gelê Kurdistanê dîrokeke gelek dewlemend heye lê mixabin em dîroka xwe nizanin, lewma di cihê xwe de ye ku çalakiyên hunerî di vî warî de bên kirin.”
Serok Barzanî herwiha berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî raspartin ku piştevaniya çalakiyên wiha bikin.
Şanoya 'Dastana Kurdistanê' ku li Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê tê pêşandan, çîroka westgehên dîrokî yên Kurdan a ji serdema Kawayê Hesinkar heta 16ê Cotmeha 2017an vedibêje û li gel dîmenên balkêş mijara vegêrana xebata rizgarîxwaziyê ya Kurdistanê tîne ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin