Sehnaz Îbrahîm Ahmed bo Dengê Amerîkayê: Jehrê dan Bafil Talabanî

Sehnaz Îbrahîm Ahmed bo Dengê Amerîkayê: Jehrê dan Bafil Talabanî

PeyamaKurd – Li gor ragihandina malpera dijital ya bi navê Dara Mazî ku binkeya nûçeya xwe biriye ser hevpeyvîna Şehnaz Îbrahîm Ahmed ku bi Dengê Amerîka re hevpeyvînê kiriye, aşkera ragihandiye ku serokê YNK ê Bafil Talabanî ji aliyê Lahor Şêx Cengî Talabanî de jehrê dayînê û di mijarê de di destê wê de belge hene. Şehnaz Îbrahîm Ahmed endama polîrburoya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan e (YNK).

Şehnaz Îbrahîm Ahmed gotiye ku bûyerên di nav YNK ê de çêdibin, pirsgirêkên nav partiyê ne û ti têkiliyên wan bi Tirkiyê, Îran an partiyekî dinê re tineye. Ahmed weha gotiye:

“Gotinên ku terefên din mudaxeleyê bûyerê kirine rast nînin. Mesele yên nav partiyê ye. Dewletên navên wan derbas dibin, arîşeyên nav wan gelekin û nikarin daxwaz bikin ku ji nav YNK ê endamekî ji wezîfê bidin girtin. Ez nizanim guhertinên nav YNK ê çima bi hinek dewlet an pêşdeçûnên li herêmê ve girêdidin. Van gotinan bê bingeh û bê eslin.”

Li ser mijara ku Lahor Şêx Cengî jehrê daye Bafil Talabanî got ku di destê wan de belge hene û Şehnaz Îbrahîm Ahmed weha gotiye:

“Belê di destê me de, di vê mijarê de belgeyên berbiçav hene. Bo wan sûcdariyan wê serî li rêyên qanûnî bidin. Em nikarin înkar bikin ku jehrê dane Bafil Talabanî. Ev tevgerekî gelkî kirêt bû. Ti kes di sedsala 21 ê de bi vî rengî, yekî ku ti jê re dibêjî birayê min e û wezîfa hevserokiyê dike, kurê mamê xwe weha ji ser wezîfê nagre.”

Şehnaz Îbrahîm Ahmed gotiye; eger YNK pêwist bibîne, wê belgeyan bi raya giştî re parve bike.

Şehnaz keça Îbrahîm Ehmed e, xwuşka jin a Mam Celal ya Hêro Ahmed e û di nav YNK ê de bandora wê heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin