PeyamaKurd – Li demeke ku Tirkiye amadekariya êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê dike, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, serdana Tirkiyê dike.
Li gorî daxuyaniya NATOyê dê Jens Stoltenberg 11ê Cotmehê serdana Tirkiyê bike û li bajarê Stenbolê piştî hevdîtinên bi rayedarên tirk re civîneke rojnamevanî li dar bixe.
Stoltenberg beriya serdana Tirkiyê jî 9-10ê Cotmehê serdana endamên NATOyê Îtalya û Yunanistanê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin