PeyamaKurd – Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi piştgiriya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê ya li Îngilistanê "Pêşbaziya Helbesta Kurdî ya Ciwanan" ji bo ciwanên di navbera 18 û 30 salî li dar dixe. Yên bixwazin divê heta 1'ê Adara 2022yan, berhemên xwe bigihînin ber destên amadekaran.
Pêşbazî bi zimanê Kurdî ye û kesên beşdar bibin jî divê nişteciyên Rojava û Sûriyê bin.
Herwiha helbestên ji bo pêşbaziyê bêne şandin, divê li tu derê nehatibin weşandin û beşdarî pêşbaziyên din nebûbîn. Dirêjiya wê jî divê ji 10 malikan heta 50 malikan be.
Encamên pêşbaziyê, wê roja 29'ê Adarê bêne ragihandin û bi merasimek taybet wê xelat bêne belavkirin. Ji bo berhema yekemîn xelat 500, berhema duyemîn xelat 300 dolar û ji bo ya sêyemîn jî xelat 200 dolar e.
Ji bo têkilî, beşdarî û pirsên din:
- helbest2022@rojava.net
- Mobile û whatsapp +963 (0) 954 770 104
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin