PeyamaKurd - Hunermendê Kurd ê naskirî li bajarê Silêmaniyê Eta Çawşîn îro danê sibê ji ber nexweşiya vîrusa koronayê koça dawî kir.
Hat zanîn ku Eta Çawşîn li nexweşxaneya Şehîd Aso ku hatibû razandin can daye û ev çend roj in tenduristiya wî têk çûbû.
Hunermend Eta Çawşîn ku li Silêmaniyê ji dayik bûye, di salên 1980yan de dest bi stranbêjiyê kiriye û gelek stranên wî deng vedane.
Li Herêma Kurdistanê ku hefteyên dawî belavbûna vîrusa koronayê zêde bûye, hejmara dawî gihîştiye 3 hezar û 865 kesan û 110 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin