Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi ya Tûnisê re protokolek îmze kir

Dîroka weşanê :
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi ya Tûnisê re protokolek îmze kir

PeyamaKurd – Kongreya Federasyona Rojnamevanan a Navnetewî (IFJ) hat lidarxistin û di kongreyê de Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê de li ser bingeheke hevbeş belgenameya li hevtêgihîştin û karê hevbeş jî hat îmzekirin.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir: “Rêkeftin û ew protokol li ser bingehê sê xalên sereke hatiye nivîsandin ku ji hemahengî, hewkariya hevbeş di dosyayên girêdayî bi rojnamevaniyê, azadî û guhertinên şarazayî û piştgiriya baştirkirina karê rojnamevaniyê û bingehê yasayên girêdayî bi pîşeya rojnamevanî û çavdêrîkirina selametiya pîşeyî ya rojnamevanan e.”

Protokol ji aliyê Serokên Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan û Tûnisê ve di salona kongreya federasyona rojnamevanên navnetewî ku li paytexta Umanê Mesqetê birêve diçe hate îmzekirin.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisê endamên çalak ên IFJê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin