PeyamaKurd – Balyozên Yekîtiya Ewropa (YE) yên li Tirkiyê, bi şaredarên Mêrdîn, Wan û Diyarbekirê ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ew dest ji karê wan kişandiye re civiyan û piştgirî dan wan.
Li aliyekî çalakiyên dijî tayînkirina qeyûman ji aliyê HDPê ve berdewam dikin, li aliyê din jî danûstandinên dîplomatîk bo destdanînan ser şaredariyan berdewam dikin.
Serokê partiya opozisyona sereke ya Tirkiyê CHP Kemal Kiliçdaroglu, beriya niha di daxuyaniyeke xwe de gotibû, ew piştgiriyê nadin çalakiyên kuçeyan, lê dikarin bi awayê siyasî û dîplomasî bikevin nav hewldanan.
Piştî van daxuyaniyan, Şaredarê hilbijartî yê Mêrdînê Ahmet Turk, şaredarê Diyarbekirê Ahmet Selçuk Mizrakli û şaredara Wanê Bedia Ozgokçe Ertan li Enqerê bi balyozên Yekîtiya Ewropayê re civiyan.
Li ser hesabê fermî yê YEyê hat gotin, “Balyozên YEyê îro bi şaredarên bajarên Mêrdîn, Diyarbekir û Wanê re ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin û bi vekişandina ji karê xwe re li şûna wan parêzgar hatine tayînkirin re hatin ba hev.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin