Rûsya: Hêzên Kurd berî dema diyarkirî vekisiyan, sînor di bin kontrola Rûsya de ye

Rûsya: Hêzên Kurd berî dema diyarkirî vekisiyan, sînor di bin kontrola Rûsya de ye

PeyamaKurd - Wezîrê Bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu beriya ku mohleta Tirkiyê ya bo vekişîna HSDê bidawî bibe, ragihand ku di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de, hêzên Kurd ji plana hatibû kirin zûtir ji herêmê vekişiyan û niha sinorên Rojavayê Kurdistanê di bin kontrola Rûsya û hêzên rejîma Sûriyê de ye.

Şoygu li paytexta Ermenistan Erîvanê di hevdîtina xwe ya ligel Wezîrê Berevaniya Ermenistanê David Tonoyan de, li ser mijarê daxuyanî dan û got: "Vekişîna yekîneyên leşkerî ji herêma ku dê korîdora ewlekariyê bê avakirin, beriya dema dihat çaverêkirin temam bû. Pasavanên sînor ên Sûriyê û hêzên cendermeyên Rûs ketin vê herêmê."

Li gorî rêkeftina Soçî ya navbera Tirke-Rûsya ya 22yê Cotmehê ku di navbera Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de hatibû çêkirin, piştî vekişîna hêzên Kurd dê di kûrahiya 10 km ya sînor de leşkerên Rûsya û Tirkiyê dewriye bigerînin.

Şoygu û fermandarên Rûsî piştî rêkeftina Soçiyê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re 23yê Cotmehê bi rêya telekonferansê hevdîtinek pêk anîbûn û piştre jî HSDê jî pabendbûna xwe bi rêkeftinê ragihandibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin