PeyamaKurd – Îro piştî nîvro termê xortekî 24 salî li ser sînorê Bakûrê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê hat dîtin. Sedema mirina xortî bi gumane. Rêvebirê giştî yê polîsê Zaxoyê Nizar Silêman bo K24 ê ragihandiye ku cenazê xortê bi navê Mardîn Seyfedîn Hesen ê 24 salî di çemê Xabûr de li hemberê gundê Şînavayê nêzîkî sînorê Tirkiya îro hatiye dîtin. Nizar Silêman ragihandiye ku bi hevkariya cendirmeyên sînor yên Tirkiyê karibûne termê xortî ji bo Tib a Edlî ya Zaxo veguhêzin.
Xalê wî xortî ji ji bo K 24 ê ragihandiye ku xort çendeyeke ji malbata xwe pasaporta xwe xwestiye da here Tirkiyê lê malbat pasaportê nedayê û dibe ku di rêya qaçax de li avê xistibe da here Tirkiyê.
Xalê Mardîn her weha diyar kiriye ku 5 roje ew xwuya nedikir lê niha termê wî dîtine, di serê wî de ciyê gulle û lêdanê heye.
Wê malbat û polîsê Zaxo li benda rapora Tib a Edlî bin bê ka encam çiye. Geleo pasevanên Tirkiyê lê xistine an di çem de fetisiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin