PeyamaKurd - Serokê Nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ragihand ku serdana şanda Kurdistanê ya îro 17ê Hezîranê hatiye paşxistin.
Faris Îsa ji malpera fermî ya PDKê re daye xuyakirin, biryar bû îro 17 Hezîranê şanda Kurdistanê serdana Bexdayê kiriba lê ew serdan hat paşxistin.
Îsa li ser paşxistina serdanê diyar kir, ew serdan li ser daxwaza Bexdayê hatiye paşxistin ji ber ku wezîrê nefta Iraqê, ku çend roj berê dest bikar bûye, amadekariyên xwe nekiribû da ku bi şanda Kurdistanê re rûnê.
Faris Îsa herwiha got ku heta niha nayê zanîn şanda Kurdistanê dê kengê serdana Bexdayê bike ku vê carê hikûmeta Kurdistanê bi niyeta rêkeftinê diçe Bexdayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin