PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump li baxçê Koşka Sipî bo çapemeniyê ragihand ku Amerîka hevdîtinên bazirganî bi Çînê re dike lê amade nîne ku pêre lihev bike. Trump got ku bi Çînê re diyalogeka zelal dikin lê dê bibînin ka muzakereyên ku plan dikin, wê di meha êlûnê de bibin an na.
Trump got ku baca gumrikê ya ku bo Çînê danîne ne ji aliyê Amerîkayiyan de lê ji aliyê Çînê de tê dayîn û Çîn perê zêde derb dike û dixe bazarê. Trump weha dewam kir:
“Em bi Çînê re diaxifin û baş îdare dikin lê em ne amade ne pêre lihev bikin. Çîn dixwaze hinek tiştan bike lê ez bi xwe ne amade me. Şîrketên Amerîkayê wê bi şîrketa Çînê bi Huawei re nexebitin. Min di vê mijarê de biryara xwe daye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin