PeyamaKurd – Bajarê Ardahanê yê bakûrê Kurdistanê ku dikeve ser sînorê Gurcistan a Rûsyayê, ket bin bandora serma Sîbîryayê. Li navça Gole ya Ardahanê serma daket bin sifrê û bû (-15) derece.
Pisporên hewayê radigihînin ku wê çend rojên din jî serma bi vê rewşê dewam bike. Ber destê sibê û êvaran qeşa çêdibe û qeşa jiyana hemwelatiyên wê derê nexweş dike.
Pisporên hewayê bi taybetî hişyariyê didin ajotvanên erebeyan da bi hezir tevbigerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin