Serok Barzanî bi Cîgirê Wezîrê Îranê re civiya: Divê pêwendî li ser bingeheke hevbes bin

Dîroka weşanê :
Serok Barzanî bi Cîgirê Wezîrê Îranê re civiya: Divê pêwendî li ser bingeheke hevbes bin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Sibatê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê yê Karûbarên Siyasî Mecîd Textrewançî û şanda pê re kir.

Piştî civînê hate ragihandin ku di hevdîtinê de, behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de hate kirin û behsa pêşxistin û berdewamiya wan pêwendiyan li ser bingeheke hevbeş di hemû waran de hate kirin.

Herwiha rewşa siyasî ya Iraqê û guhertin û kêşeyên navçeyê bi giştî, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin