PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 3yê Gulanê li ofîsa xwe ya Selahedînê pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Guido Crosetto kir.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civînê de şerê terorê û çaksaziyên di nav hêzên Pêşmerge de û hevahengiya navbera hêzên Hevpeymanan û hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin