PeyamaKurd – “Xatûn Mitterrand di parastina doza gelê kurd de bi roleke mezin rabû û em deyndarên wê ne.”
Îro li Hewlêrê bi merasîmekê Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî 100 saliya jidayîkbûna Daniel Mitterrandê hevjîna Serokê berê yê Fransa Francois Mitterrand bi bîr anîn.
Teksta axaftina Serok Barzanî bi vî awayî ye:
“Ez gelek kêfxweş im ku beşdarî 100 saliya jidayikbûna xanim Danielle Mitterandê dibim.
Min cara yekem di tîrmeha 1989an de li Parîsê ew nas kir, piştî pêvajoya Enfalê ya mezin ku rejîma Iraqê li Kurdistanê pêk anîbû, çend roj bû ew ji Tirkiyê vegeriyabû, ji ber ku hejmareke mezin ji gelê kurd û xizmên pêşmergeyan koçî Tirkiyeyê kiribûn. Li ser êş û azarên gelê kurd diaxîvî, min dît ku ew pir haydar bû û hewcedariya wê bi ravekirinan tune bû hewl da ku mafên gelê kurd biparêze.
Piştî serhildana sala 1991an hat cem Hacî Omeran û me pêşwaziya wê kir. Sala 1992yan di yekemîn rûniştina Parlamentoya Kurdistanê de careke din serdana Kurdistanê kir û gotarek li parlamentoyê pêşkêş kir.
Dema ku di sala 1993yan de Xelata Mafên Mirovan wergirtibû, min ev xelat pêşkêşî wê kir.
Min carekê ji wezîrekî fransî bihîst ku Xatûn Mitterrandê tu hewldan ji bo min nehiştiye.
Biryara Encumena Ewlekariyê 688 Di Adara 1992yan de min jê re got ku em diçin hilbijartinan.
Ez wan kesên ku ev salveger organîze kiriye pîroz dikim û em çi bikin jî hindik e û em nikarin mafê xwe bidinê û em ê bi qîmeteke mezin wê bi bîr bînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin