PeyamaKurd- Duh roja Pênçşemê 12.12.2019an li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Kuweytê li Hewlêrê Omer Elkendirî kir.
Di hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Kuweyt li Hewlêrê silavên Şêx Sebah Ehmed El Sebah Mîrê Kuweytê bi Serok Barzanî gihand û tekez jî li ser pêşxistina peywendiyên dostaneya di navbera Herêma Kurdistan û Kuweytê kir.
Herwiha di civînê da rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê mijareke din a vê civînê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin