PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê, li ser hesabê xwe yê Xê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de giranî da ser rola ziman a di parastina hebûna neteweyî de.
Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku zimanê dayikê bingeha hebûn, nasname, hişmendiya neteweyî û yekîtiya her gelî ye.
Wî herwiha tekez kir ku parastina ziman ji bo her kurdî ne tenê tercîhek e, lêmbelê "erkeke neteweyî" ya pîroz e ku divê bi her awayî xwedî lê were derketin.
Serok Barzanî di peyama xwe de Roja Zimanê Dayikê li hemû xelkê Kurdistanê pîroz kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin