PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 1ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê Belarûsê li Iraqê Viktor Rybak kir.
Di hevdîtinê de, proseya siyasî, hilbijartinên meha Cotmeha borî ya Encûmena Nûneran a Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan hatin guftûgokirin.
Di vê civînê de, tekezî li pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Belarusya de hat kirin.
Pirsa koçê û hevahengiya navdewletî ya di pirsa koç û koçberan de jî, mijareke vê civînê bû û di wê derbarê de Serok Barzanî tekezî li wê kir ku di pirsa koç û koçberan de hemû alî rehendên mirovî li ber çavan bigirin û jiyana koçberan biparêzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin