PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 29ê Îlonê pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa siyasî û dawî pêşhat û guhartinên Iraqê hatin guftûgokirin û ronahî hate xistin ser rewşa desthilata dadweriyê li Iraqê û pêwendî û hevahengiya di navbera damûdezgehên Herêma Kurdistanê û Iraqa federal.
Di civînê de, tekezî li rola desthilata dadweriyê di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha cibicîkirina destûrê hate kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin