PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 7ê Sibatê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Yaşar Guler û şanda ligel wî kir.
Di civîna ku Sererkanê Tirkiyeyê Metin Gurak, Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Alî Riza Guney û hejmarek berpirsên siyasî û leşkerî yên Tirkiyeyê amade bûn de, rewşa siyasî ya herêmê, geşedanên li Rojhilata Navîn û gefên terorê hatin gotûbêj kirin.
Baregeha Barzanî ragihand ku di civînê de li ser rewşa siyasî ya herêmê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û metirsiya terorê û herwiha pêwendiyên di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gotûbêj hatine kirin.
‘Tekezî li ser hevahengiyê hate kirin’
Baregeha Barzanî eşkere kir, di civînê de tekezî li ser hevahengiya di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de hate kirin ji bo dabînkirina aramî û geşepêdan û karê hevbeş ê di navbera aliyan de.
Herwiha pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de û pêşvebirina wan pêwendiyan jî hatin axaftin.
MSB: Yaşar Guler silavên Erdogan gihandin Serok Barzanî
Li aliyê din Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) jî ragihand ku di civînê de, danûstandina bîr û ramanan li ser mijarên herêmê û ewlehiyê hatiye kirin û Wezîr Guler silavên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gihandine Serok Barzanî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin